Serokê Amerîkayê darbeya leskerî ya Myanmarê sermezar kir

02 sibat 2021 19:48
Serokê Amerîkayê darbeya leskerî ya Myanmarê sermezar kir

PeyamaKurd -  Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi daxuyaniyekê darbeya leşkerî û desteserkirina siyasetmedarên welatê Myanmarê şermezar kir.

Joe Biden got, Amerîka ji ber pêşketina demokrasiya li Myanmarê dorpêçên dijî wî wan rakirine û da zanîn, ji ber ku ew pêvajo bi paşde çûye, ewê dorpêçan jinûve binirxînin.

Serokê Amerîkayê diyar kir, divê civaka navdewletî bi hev re li ser artêşa Myanmarê zextê bike da ku ew ji desthilatê biçin.

Biden bang li artêşa Mynamarê kir, siyasetmedarên hatine desteserkirin berdin û tundiya dijî sivîlan rawestînin.

Rêberê Piraniya li Civata Senatoran Chuck Schumer diyar kir ku rêvebiriya Biden amadekariyê dike ku Kongresê ser darbeya li Myanmarê agahdar bike.

Schumer da zanîn ku Kongres bo çareserkirina kêşeya li Myanmarê amade ye ku bi rêvebiriyê re bixebite.

Koşka Spî roja yekşemê diyar kiribû ku Amerîka dijî pûçkirina encamên hilbijartinên Myanmarê ye û dabû zanîn ku ger hewildanên pûçkirinê çêbin ewê dijî berpirsan dest bi xebatê bikin.

Partiya Suu Kyi, Yekîtiya Demokrasiya Neteweyî (NLD), di hilbijartinên Mijdarê de piraniya pêwîst ya ji bo avakirina hikûmetê bi dest xistibû, lê artêşê îdia kiribû ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û ji hikûmetê xwestibû ku kombûna parlamentoyê paş bixe.