Netanyahû ji bo destpêkirina seferên Tel Avîv-Mekeyê soz da Filîstîniyan

22 adar 2021 02:35
Netanyahû ji bo destpêkirina seferên Tel Avîv-Mekeyê soz da Filîstîniyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahû, got ku heger ew 23yê Adarê di hilbijartinan ji nû ve were hilbijartin, ew dê seferên asmanî yên ji Tel Avîvê bo paytexta Erebistana Siûdê Mekeyê bide destpêkirin.

Netanyahû ji Kanal 13 ya Îsraîlê re ji bo bala filîstîniyan bikişîne soz da, heger ew bê hilbijartin ew dê seferên yekser ji Tel Avîvê bo Mekeyê bide destpêkirin.

Herwiha Netanyahû anîye ziman ku ew dê pêwendiyên ligel Erebistana Siûdî jî asayî bikin.