Sanda Amerîka-Îsraîlê bi destpêkirina seferên yekem re çû Îmaratê

31 tebax 2020 19:59
Sanda Amerîka-Îsraîlê bi destpêkirina seferên yekem re çû Îmaratê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Amerîka û Îsraîlê bi destpêkirina seferên yekem ên asmanî di navbera Îsraîl-Îmaratê re ji bo xurtkirina têkiliyan çû Îmaratê.

Li gorî ragihandina inews24ê balafira ku têkiliyên dualî xurt bike, dê ya şîrketa ‘IL AEL’ be û dê di ser asîmanê Erebistana Siûdiyê re derbas bibe û wê tê de şandeke Îsraîlê ji serokê Encûmena Ewlehiya Nîştimanî û şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Îsraîlê Meir Bin Shabat û şanda Amerîkî jî ji şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Amerîkayê Robert O’Brein û şêwirmendê serokê Amerîkayê Jard Kushner tê de bin.

Ji aliyekî din ve, medya Îsraîlê daye xuyakirin, Erebistana Siûdî hiştiye balafira Îsraîlê di ser asîmana wê re derbas bibe, tevî ku tu têkiliyên fermî di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de nînin.

Herwiha Erebistana Siûdî jî, bi sedema ku di balafirê de kesayetên Amerîkî yên payebilind hebûn, hişt ku balafira Îsraîlê derbas bibe.

Li gorî inews24 dê serdana şandên Îsraîl û Amerîkayê ya paytexta Îmaratê Ebû Zebî îro û sibe berdewam bike.

Hat zanîn ku dê şande li ser xebatên hevbeş ji bo îmzekirina lihevkirina alîkariya di warên sivîl û aborî de civînan bikin.