Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Alman li ser enerjiya nûjen û hiskesaliyê axivîn
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Almanyayê de, ligel Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aborî ya Almanyayê civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de, mijarên hevkariyên hevbeş, guherîna keşûhewayê, enerjiya nûjen, handana sektora taybet, veberhênana Almanyayê li Iraq û Kurdistanê, kêmbûna avê û mijara hişkesaliyê hatine gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê da xuyakirin ku îro piştî nîvro 26.06.2023ê li bajarê Berlînê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Sekretera Dewletê ya li Wezareta Aborî ya Almanyayê Francesca Brantner, li ser guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê, hişkesalî û bi biyabanbûnê gotûbêj kirin ku ev hemû jî wisa dikin, Iraq pêwîstî bi piştevanî, alîkarî û pisporîya derve hebe.
Herwiha hate diyarkirin, her du alî li ser girîngiya hebûna bernameyeke berfireh ji bo çareserkirina van astengî û pirsgirêkan li Iraqê hevnêrîn bûn û tekez li ser pêwîstî û girîngiya alîkariya Iraqê kirin, bi taybetî di warê enerjiya nûjen û kêmkirina pêdagiriya bi neftê da û handana sektora taybet û sermaye razandina Almanyayê li Iraqê û Iraq û Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin