Nêçîrvan Barzanî, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê qebûl kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtinê de belav kir, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku di warê leşkerî, mirovî û siyasî de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku metirsiya terorê heta niha berdewam e û ji ber vê yeke jî pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya piştevaniya Almanya û civaka navneteweyî heye.
Hat diyarkirin ku Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock tekezî li ser wê yekê kir ku Almanya girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramiya siyasî û aborî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Baerbock tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kir ku dibe sedema vegera koçberan û avadankirina navçeyê.
Her wiha hat zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê mijareke din a hevdîtinê bû û Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser atmosfera erênî ya diyaloga navbera herdu aliyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan û amaje bi hemahengiya bihêz a navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ya ji bo şerê terorên IŞÎDê kir.
Hat zanîn ku pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran, rewşa koçberên Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê û Êzdiyan û hin mijarên hevbeş hatin nirxandin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevanî û alîkariya bo Kurdên Êzdî û naskirina jenosîdê ya Parlamentoya Almanyayê, spasiya Almanyayê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin