Nêçîrvan Barzanî bi wezîra karên derve ya Îngîltere re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo seredanên fermî li Îngîltere ye û îro bi wezîra karên derve ya Îngîltere Liz Truss re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de Barzanî wezîra nû Liz Truss ji ber karê wê yê nû, Trussê pîroz kir û jê re serkeftinê xwest.
Barzanî daxwaza pêşdebirina têkiliyên navbera Îngîltere û Herêma Kurdistanê kir. Her weha xwest ku alîkarî û hevkariya navbera her dû terefan firehtir bibe.
Barzanî bi sedema desteka Îngîltere ya di têkoşîna Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li dijî DEAŞ ê de desteka ku daye, di mija koçberan de ku alîkariya mirovî kiriye sipasiya Îngîltere kir. Barzanî her weha behsa yekkirina hêzên Pêşmerge û rola Îngîltere û welatên dost yên di mijarê de kir.
Wezîra karên derve ya Îngîltere Truss, pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî ya li Îngîltere bi memnûniyet ragihand û got wê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bikin û got ku di serî de, di seha aborî û bazirganî de û bi hêzên hevpar yên koalisyona navdewletî re,wê li Kurdistan û Iraqê li dijî DEAŞ ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Di civînê de talûka DEAŞ ê ya li herêmê, hilbijartinên di 10 ê cotmehê de, pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê, pirsgirêka koçberan ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşdeçûnên herêmî mijarên wan bûn kul i ser wan axifîn.
Her dû teref ragihandin ku îstîqrara Iraqê ji bo herêmê û dinyayê gelek girînge.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin