Nêçîrvan Barzani û Von der Leyen li ser pisgirekên herêmê axivîn

16 adar 2026 21:48

Di daxuyaniyekê de, Nêçîrvan Barzani got ku wî di hevdîtina xwe de bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re li ser alozên herêmê axivîne.

Nêçîrvan Barzani û Von der Leyen li ser pisgirekên herêmê axivîn

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku wî bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re axiviye.

Di parwerkirina xwe de, ku Ursula von der Leyen tag kiriye, Nêçîrvan Barzani diyar kir ku wan li ser gengeşîyên herêmê û zêdebûna aloziyan nîqaş kirine û got:

"Min bi Seroka Komîsyona Ewropayê @vonderleyen re li ser pêşketinên herêmî û xetereyên zêdebûna aloziyan bi telefonê axivî. Me teqezî li ser pêwîstiya çareseriyên siyasî kir da ku pêşî li pevçûnên berfirehtir bigirin û sivîlan biparêzin."

Her wiha Nêçîrvan Barzani diyar kir ku wî spasiya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Yekîtiya Ewropayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê anî ziman.