Macron ji bo piştgirîyê telefonê Nêçîrvan Barzani kir

28 adar 2026 23:59

Nêçîrvan Barzani diyar kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron êvarê telefonî wî kiriye û êrîşa Pêşmerge û êrîşa îro ya li Duhokê şermezar kiriye.

Macron ji bo piştgirîyê telefonê Nêçîrvan Barzani kir

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzani, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî bi Macron re bi têlefonê axivîye.

Wî ragihand ku Macron sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa 24ê Adarê de ji aliyê Îranê ve şehîd bûne re xwestiye û ji birîndaran re şîfaya bilez xwestiye.

Her wiha Nêçîrvan Barzani ragihand ku Macron êrîşa li Duhokê bi tundî şermezar kiriye û piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare kiriye.

Di axaftinê de, pêşketinên dawî yên di şer de hatin nîqaşkirin û girîngiya xurtkirina dîplomasiyê û hevkariyê ji bo bidawîanîna pevçûnan hate teqez kirin.