Keskîn Bayindir piştgiriya xwe ji bo Nêçîrvan Barzani eşkere kir

28 adar 2026 22:36

Hevseroka DBP Keskin Bayındır êrîşa provokatîf a li ser mala Nêçîrvan Barzani şermezar kir.

Keskîn Bayindir piştgiriya xwe ji bo Nêçîrvan Barzani eşkere kir

RûpelNews - Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) Keskin Bayındır li ser hesabê Xê derbarê êrîşên îro yên bi droneyan ên li ser mala Nêçîrvan Barzani li Duhokê de parwerkirinek belav kir.

Bayındır êrîşê wekî "provokatîf" bi nav kir û diyar kir ku ew wê şermezar dike.

Di daxuyaniya xwe de, Bayındır diyar kir ku armanca êrîşê berfirehkirina şer e, û tekez kir ku Rojhilata Navîn ji her tiştî bêtir hewceyê aştî û demokrasiyê ye.

Hevseroka DBP di parwerkirina xwe de ev tişt destnîşan kir:

Ez êrîşa provokatîf a ku li dijî avahiya Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê Birêz Nêçîrvan Barzanî pêk hat, şermezar dikim. Bêguman, bi vê êrîşê ve ya ku armanc tê kirin; berfirehbûna şer e. Li hember van plan û êrîşên qirêj, ji bo Rojhilata Navîn a herî pêwîst aştî û demokrasî ye. Ez car din vê êrîşê şermezar dikim û ji Birêz Barzanî,  malbata wî û gelê Başûrê Kurdistanê re hêviyên derbasbûnê pêşkeş dikim.