Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê belav kir

31 cotmeh 2020 14:44
Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema erdheja Îzmîr a Tirkiyê û giravên Yûnanistanê peyamekî sersaxiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kir û weha got:

“Piştî erdheja trajîk ya li Tirkiyê û Yûnanistanê bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê dixwazim. Hiş û diayên min bo wan kesên kesên ku erdhej bandorê li wan kiriye û bo birîndaran şîfayê dixwazim.”