Nêçîrvan Barzanî ji bo qezaya Kifrî ya 4 xwendekarên keç can dane peyama sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Li navçeya Germiyanê gundê Hesîre yê li ser rêya Kelar û Kifriyê, îro Sêşemê minîbûsa xwendekaran wergeriya û 4 xwendekaran can da, 7 jî birîndar in.
Hate zanîn ku hemû xwendekar keç bûne ku mamoste û ajokar jî birîndar in.
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê bûyera trafîkê peyameke serxweşiyê belav kir û got: “Rûdana îro ya diltezîn a wexerkirina hejmareke xwendekarên amadeyî û birîndarbûna hejmareke din a xwendekaran di rûdaneke trafîkê de li ser rêya Kifrî-Kelarê ez ji dil xemgîn kirim”.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên wan xwendekaran dikim, ez di vê xem û nexweşiya wan a biazar de hevsoz û hevxemê wan im.
Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bi malbat û kesûkar û hevalên wan bide. Ez daxwaza çarebûneke bilez ji birîndaran re jî dikim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin