Ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo Şehîd Welat peyama sersaxiyê
Di êrîşeke dironî (balafirên bêmirov) de ku li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû encamdan, endamê parastina balafirgehê Welat Tahir jiyana xwe ji dest dabû û sê kes jî birîndar bibûn.
RûpelNews - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav, şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşê, Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hedef girtiye û di encamê de karmendê parastina balafirgehê Welat Tahir jiyana xwe ji dest daye. Xoşnav diyar kir ku di êrîşê de sê kesên din jî birîndar bûne.
Rayedaran eşkere kirin ku şeva borî û danê sibê zû ya roja yekşemê, li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê çendîn hewlên êrîşê hatine dayîn, lê belê ev êrîş ji aliyê pergala parastina esmanî ve hatine pûçkirin. Parêzgariya Hewlêrê her wiha ragihand ku şeva borî bi giştî bi 10 balafirên bêmirov êrîşî bajêr hatiye kirin.
Peyama sersaxiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, sersaxî ji malbat û kesûkarên Welat Tahir re xwest.
Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Tahir di "êrîşeke neheq û terorîstî" ya li ser Herêma Kurdistanê de, dema ku erkê xwe yê parastinê bi cih dianî, şehîd bû.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de wuha got:
“Ez sersaxiyeke kûr pêşkêşî malbat, kesûkar û hevalên xebatê yên şehîd Welat Tahir, karmendê parastina Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dikim. Ew di êrîşeke neheq û terorîstî ya li ser Herêma Kurdistanê de, dema ku erkê xwe yê parastina ewlehiya welat bi cih dianî, şehîd bûye.” Barzanî her wiha ji bo birîndaran daxwaza şifaya bilez kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de sersaxî ji malbat û nêzîkên Welat Tahir re xwest.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku Tahir di encama êrîşên “neheq, zalimane û terorîstî” yên li ser Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Ez sersaxiyeke kûr pêşkêşî malbat, kesûkar û hevalên şehîd Welat Tahir, efserê parastina Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dikim. Mixabin di encama êrîşên neheq û terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd ket.”
Barzanî her wiha hêvî kir ku birîndar di demeke nêz de baş bibin.
