Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan car din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rews bastir dibe

15 tîrmeh 2019 16:14
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan car din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rews bastir dibe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Pêşangeha Rwanga ya Derfetên Kar gotarek pêşkêş kir û teqez kir ku Herêma Kurdistanê di riya geşekirinê de ye.

Îro dezgeha Rwanga pêşangeheke taybet bi dabînkirina derfetên kar li Hewlêrê vekir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî pêşangehê bû û gotarek pêşkêş kir. Barzanî diyar kir ku rewş baştir dibe, "Kurdistan car din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rewş baştir dibe."

‘KAR GIRÊDANA BI WELAT E Û HEZKIRINA XAKÊ ZÊDE DIKE’

Di destpêka gotarê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dîtina derfetên kar got: “Kar girêdana bi welat e û hezkirina xakê zêde dike. Herwiha dihêle baweriya bixwe jî hebe.”

‘ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞê Û QEYRANA DARAYÎ BANDOR LI SER ABORIYA KURDISTANÊ KIR’

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de ragihand, piştî sala 2003yan ve pêşketineke mezin li Herêma kurdistanê rû da û bi dehan hezar derfetên kar hatin dabînkirin, lê şerê li dijî DAIŞê û qeyrana darayî bandor li ser aboriya Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî teqez kir jî, ji bo bikevin ser riya xwe, erk û mandîbûn divê, bo vê yekê jî dilniya ne ku Herêma Kurdistanê careke din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji gencan kir: “Divê gencên me bîrkirineke wan ya nû hebe û hewl bidin. Serkeftin bi ezmûn û taqîkirinê ye. Ewên dixwazin bi şev û rojekê de her tiştî biguhêrin, serkeftî nabin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di maweya sê salan de dezgeha Rwanga derfetên kar jibo zêdetir ji 4 hezar û 500 kesan dabîn kiriye.

Di Pêşangeha Navdewletî ya Rwanga Foras ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate vekirin de ji 14 welatan 166 kompanî beşdar bûne.