Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokê Îranê Pezeskiyan re axifî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan re axifî. Berê Barzanî di rêya medya civakî de, di ser hesabê xwe yê Xê de peyama pîrozbahiyê ji Pezeşkiyan re şandibû lê vê carê bi telefonê pîrozbahiya wî kir.
Nêçîravan Barzanî ji bo Pezeşkiyan ragihandiye ku Herêma Kurdistanê û xelkê wê, bi Îranê re bi salaye ku xwediyê têkiliyên dostane ne û ev têkilî bibin wesîla pêşdeçûna her dû welatan, hevkariyê, cîrantiya baş û li ser van bingehan li ser rêzgirtin û berjewendiyên hevpar be û Kurdistan amade ye pêwendiyan pêş bixe.
Barzanî di dema berê de, di seredana xwe ya Tehranê de behsa tewrê êrînî yên rayedarên Îranê kiriye û di dewra serpereştiya Pezeşkiyan de bawere ku wê di navbera her dû terefan de têkilî bêhtir fireh û kûr bibin.
Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî ji bo telefonê sipasiya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî kiriye û xwestiye pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Pezeşkiyan balê kişandiye ser têkiliyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin