Nêçîrvan Barzanî ji bo pejirandina yasaya rizgarbûyên Êzidî peyameke spasiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pejirandina proje yasaya jinên rizgarbuyiyên Êzidiyan li Encumena Nûnerên Iraqê, peyameke spasiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got, ew destpêkêke girînge ji bo qerebûkirina xwişk û birayên me yên Êzidî û piştrastîdana li girîngiya bi parastin û jiyana wan.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê yasayê got: “Ev pêngav destpêkêke girîng e ji bo qerebûkirina xwişk û birayên me yên Êzidî û piştrastîdana li girîngiya bi parastin û jiyana wan. Daxwazê dikin bi awayekî bi lez dest bi bi cîbicîkirina hemû xalên nav yasayê bê kirin, ji ber ku rewşa hemû jinên me yên rizgarbuyiyên Êzidî û zarok û malbatên wan pêwîstî bi hevkariya bi lez heye.”
Barzanî diyar kir: “Xwişk û birayên Êzidî tuşî komkujiyekî gelek mezin û dirindeyiyeke zêde bûn, bi revandina jin û zarokan û komkujîkirina zilamên wan, ji bilî wêranbûna zêdetirê deverê Şingalê û derbederbûna zêdetirê xelkên Êzdî ku bêguman ewe jî pêwîstî bi dûvdaçûn û biryarên zêdetir e bo ku hemû Êzdî piştrast bin ku dikarin bi piştrastiyê ve vegerin navçeyên xwe û dest bi avadankirinê bikin û dabînkirina xizmetguzariyan bigihe navçeyên wan. Pêngavên girîng jî ji bo vê mebestê bicihkirina hemû xalên rêkeftinnameya Şingal e.”
Li ser amarên rizarbûyên ji destê DAIŞê jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Me bi rêya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan kariye heta niha 3 hezar û 545 jin û zilam û zarokên Êzdî rizgar bikîn, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ku wekî erkê xwe bi hemû awayekî berdewam dibin ji bo rizgarkirin û eşkerebûna çarenivîsa wan 2 hezar û 768 Êzidiyên ku heta niha jî winda ne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin