Nêçîrvan Barzanî yasaya dirêjkirina dema parlamentoyê îmze nekir

01 mijdar 2022 22:33
Nêçîrvan Barzanî yasaya dirêjkirina dema parlamentoyê îmze nekir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, yasaya salekê dirêjkirina dema xebata Parlamentoya Kurdistanê ku bi piraniya dengên parlamenteran hatibû pesendkirin, îmze nekir.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, ragihandiye ku Nêçîrvan Barzanî yasaya salekê dirêjkirina dema parlamentoyê îmze nekiriye ku 9ê Cotmehê di parlamentoyê de derbas bûbû û ji serokê herêmê re hatibû şandin.

Hat diyarkirin ku mafê Serokê Herêma Kurdistanê yê redkirin yan jî bêdengmayînê heye û heger heta 15 rojan ew yasa neyê îmzekirin jî dîsa dikeve pratîkê.

Tê çaverêkirin yasaya salekê dirêjkirina dema Parlamentoya Kurdistanê ya xula 5an 6ê Mijdara 2022yan di Rojnameya Fermî de were weşandin.