Nêçîrvan Barzanî: Danîna Ala Kurdistanê ligel Trump peyameke ji bo hemû Kurdan bû
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di civîneke rojnamevanî de, li bajaroka Davos a Swîsreyê behsa civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re û danîna Ala Kurdistanê di civînê de kir.
Barzanî got: “Danîna Ala Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdên Iraqê bû, ji bo hemû Kurdan bû û peyamek û rêzgirtinek bû ji bo xebata milletekî.”
Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî ya ku îro 24ê Çile li Davosê li ser beşdariya xwe ya Korbenda Aborî ya Cîhanî li dar xist de ragihand, “Me li Davosê rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir” û tekez kir, “Davos derfetek bû ji bo ku em nerîna Kurdistanê ya li ser pêşhatên navçeyê bigihînin cîhanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li Iraqê jî got, helwesta Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de zelal e û wiha axivî:
“Ew hêz li ser daxwaza Iraqê û ji bo alîkariya Iraqê di sala 2014 de hatine. Em di vê baweriyê de ne jî û heta niha jî em wiha difikirin ku mana wan li Iraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê pêwîst e.”
Nêçîrvan Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê re jî got: “Me ligel Trump behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Serokê Amerîkayê Trump pesnê rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de da û pêzanîn hebû ji bo rola Kurdistanê û vehewandina aware û koçberan.”
Li ser danîna ala Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: " Serokê Amerîka û welatê Amerîkayê pêgeha Herêma Kurdistanê dizanin û li ba wan zelale ku Herêma Kurdistanê di çarçove ya Îraqê de ye. Ev li gro destûra Îraqê rê pê re hatîye dan û ew peyam jî bo tevaya Kurde û ne tenê bo Kurdên Îraqê ye û ev rêgirtine bo xwîna şehîdan û qurbanîyên milletekê ku di dîrrokê de xebat û mandîbûn kirîye û danana alaya Kurdistanê bo tevaya Kurd bûye û pîrozbahîyê li her Kurdekî dikin bi evê boneyê."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin