Neçîrvan Barzanî cejna Remezanê pîroz kir

23 gulan 2020 21:02
Neçîrvan Barzanî cejna Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi munasebeta hatina cejna Remezanê peyamekî pîrozkirina cejna Remezanê belav kir û di peyamê de cejna pêşmerge, malbatên şehîdan, Kurdistanê, İraq û ya alema Îslamê pîroz kir. Barzanî hêvî kir ku cejn bibe sedema yekîtî û pêkvejiyanê û weha got:

“Cejna me ya îsal kete wextê tehdîda koronavîrusê ku encama wê li dinyayê û Herêma Kurdistanê gelek e. Ji ber wê, li herêma Kurdistanê pêdiviya me bi hev û bihevkariyê heye ku em karibin ji vî halê zor derên. Weka di krîzên berê de, me çawa bi hevre serkeftinê anî, di vê de jî divê em bi hevre û bi hevkarî ji binê vê krîzê derên.”

Nêçîrvan Barzanî got ku wê serokatiya herêma Kurdistanê bibe sîwana temamê terefên siyasî yên pêkhateyan, yên etnîkî, olî û çandên cuda û dê vê rewşa xwe dewam bike. Bo çareserkirina pirsgirêkan, bo başkirina şertên jiyanê yên hemwelatiyan, rêvebiriya herêma Kurdistanê hewl û xebatên xwe dewam bike.