Serokwezîr Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji niha de cejna Remezanê pîroz kir

21 nîsan 2023 00:36
Serokwezîr Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji niha de cejna Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê ya Misilmanan, peyameka pîrozbahiya cejnê belav kir û got:

“Bi munasebeta hatina cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyeke germ pêşkêşî tevahiya Misilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê, bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, kesûkarên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim. Hêvî dikim di nava xweşî, şadî û rewşeke aram de, rojên xwe yên cejnê derbas bikin.

Bi hêviya vê yekême ku, ev cejna han bibe sedema xêr û xweşî, xweşgozeranî û perepêdana aştî û tebayî di navbera tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê û aştî û aramiyê li cîhanê de.

Cejna we pîroz be û hun her tim di xweşiyê de bin.

Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî