Nêçîrvan Barzanî Cejn li gelê Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê kir û ragihad ku ew hêvî dike sala dahatû bibe sala pêşketina Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya hatina Cejna Remezanê ragihand: “Bi boneya hatina Cejna Remezanê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ li malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû gelê Kurdistanê dikim. Ez hêvî dikim cejneke xweş derbas bikin, cejneke ku bi xweşî ji bo her kesî be û înşallah her sal cejnên me xweş bibin.”
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salake gelek bi xweşî ji bo gelê Kurdistanê hêvî dike û dibêje: “Bi hêviya xweşî, serkeftin û aramî ji bo her kesî, bi hêviya ku sala dahatû bibe saleke bi xweşî, şadî, aramî û pêşketin ji bo Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin