Nêçîrvan Barzanî bi serokên partiyên Kurdistanê re civiya

04 adar 2020 20:53
Nêçîrvan Barzanî bi serokên partiyên Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Adarê bi serokên alî û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya.

Hat zanîn ku civîn li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku serokên piraniya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tê de beşdar bûne.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî û serokên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ku berdewam e, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên li herêmê têne gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin, piştî bidawîbûna civînê, daxuyaniyek were belavkirin.