Navê yasaya pêvajoya aştiyê diyar bû

04 tebax 2026 13:12

Sernavê yasaya pêvajoya aştiyê ya ku tê payîn li Parlamentoya Tirkiyeyê were pêşkêşkirin hatiye diyarkirin. Li gorî vê yekê, navê pêşnûmayê wekî 'Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî' hatiye danîn.

Navê yasaya pêvajoya aştiyê diyar bû

RûpelNews - Sernavê yasaya pêvajoya aştiyê ya ku di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û siyaseta kurd ve piştî hevdîtinên dûrûdirêj bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd hat amadekirin diyar bû.

Navê yasaya tê payîn ku di van rojan de pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin weke "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" hat ragihandin.

Piştî pêşkêşkirina bo parlamentoyê yasa di komîsyonê de dê bê pejirandin paşê di lijneya giştî de dê bê dengkirin.

Bi erêkirina yasayê tê payîn kesên ji bier endamtî an jî ji ber bangeşeya PKKê hatine girtin werin berdan. Kesên li çiyayê ne jî di nav wan de yên çalakiya kuştinê pêk neanîne dê vegerin welêt û neyên sizakirin. Li gor hin îddiayan di vê çarçoveyê de 3 hezar û 500 kes dê bên azadkirin.