Mûşekeka balîstîk ket Qamişloyê
Hat ragihandin ku mûşekeke balîstîk, ku tê gumankirin ya Îranê ye, li herêma bakur-rojhilatê bajarê Qamişloyê Rojava bêyî ku biteqe ket xwarê.
RûpelNews - Li gorî ajansên nûçeyan, mûşek li herêmeke gundewarî ya Qamişloyê ket, lêbelê neteqiya.
Piştî bûyerê li herêmê tirs çêbû, lê heta niha derbarê qurbanî an birîndaran de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hê jî ne diyar e ku mûşek ji kîjan welatî hatiye avêtin û îdiayên ku dibêjin ew a Îranê bûye ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.
Nehat zanîn ku mûşek hatiye xistin an jî ji ber kêmasiyeke teknîkî ji armanca xwe dûr ketiye.
Herwiha hêjayî gotinê ye ku îro mûşekek ber bi axa Tirkiye de dihat, ji aliyê NATOyê ve hat xistin. Mûşeka hatî teqandin, ket navçeya Dortyolê ya Hatayê.
