MSB: Yek ji berpirsên eyaleta Zapê yê PKKê hat kustin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand, di pevçûnê de yek ji berpirsên eyaleta Zapê yê PKKê Ferît Yuksel can daye.
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî hildaye, di navbera endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û PKKyiyên ku li herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê xebatên lêgerînê dikirin de pevçûn derket.
Hate hînbûn ku di pevçûnê de Ferît Yuksel bi navê kod Êlih Serzan Mava ê ku nêzî serokê eyaleta Zapê yê PKKê bû, can da.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê (MSB) do ragihandibû ku di operasyona ku li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de berdewam dike de, 2 leşkeran can dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin