Perêzgerê eyaleta Kivu ya Bakûr General Peter Cirimwami, di serê bi M23 rê hat kustin

25 rêbendan 2025 20:04
Perêzgerê eyaleta Kivu ya Bakûr General Peter Cirimwami, di serê bi M23 rê hat kustin

PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê general Peter Cirimwami ku perêzgerê eyaleta Kivu ya Bakûr bû, di şerê bi grûba serhildêr bi M23an re, hat kuştin.

Bûyer di wexta li herêmê şiddet herî zêdebû qewimî. Her diçe grûba M23 deveran dixe destê xwe lê ji ber şer heya niha li dora 400 hezar kes ji ser cîh û warên xwe bûne.

Berdevkê artêşa Kongoyê general Ekenge, di daxwauyaniya xwe de got ku li eyaleta Kivu ya Bakûr, nêzî bajarê Sakeyê, bi grûba M23 rê şer derketiye, general Cirimwami di şer de birîndar bûye û paşî miriye.

Serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi, ji ber li eyaletên Kivu û İturiyê karibe kontrol bike, di 7ê Gulana 2021an de eyaletan xistibû bin dorpêçê, rêvebirên sîvîl ji ser karên wan girtibû û eskeran danîbû şûna wan.

Kongo, dibêje ku eyaletên navborî ji aliyê madenên zêr, kobalt û koltan de dewlemendin û ji bo welatê cîran Rûanda karibe eyaletan îşxal bike, rêxistina M23 bikartîne lê Rûanda van gotinên Kongoyê red dike.