Îslami Cîhad: Di êrîsa Îsraîlê ya ser Samê de 2 berpirsên me hatin kustin
PeyamaKurd - Tevgera Cîhad a Îslamî ragihand ku rojek berê an ku di 14ê Sermawezê de, di êrîşa Îsraîlê ya ser Şamê de, du rêvebirên wan jiyana xwe ji dest dane. Rêxistin daxwuyaniya xwe nivîskî da û got:
“Îsraîl roja Pêncşemê di êrîşa ser Şamê ya ser ofîsa Cîhadê û malên wan de, li 2 rêvebirên me xist û serpereştên me yê bi navê Abdulaziz Said el-Minavi (45) û Rasmi Yusuf Ebu İsa (52) bi grûbekî me re şehîd xistin. Cenazeyan serê sibê ji bin enqazan derxistin û lêgerîn û rizgarkirina ji bin enqazan dewam dike.”
Ajansa SANA ya Sûriyê di 14 ê mehê de di xeberekî xwe de ragihandibû ku:
“Îsraîl li 2 avahiyan xist. Çend sîvîl mirin û çend kes birîndar bûn.”
Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku êrîşê kiriye ser baregeha navendî û avahiyên bingehîn yên Tevgera Cîhada Îslamî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin