Mistefa Kazimî bi Balyozê Tirkiye yê Bexdayê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi Balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê Alî Riza Guney re civiya.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî eşkere kir ku Kazimî bi Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Elî Riza Guney û şanda pê re civiyaye û herdu aliyan bi taybetî li ser pêwendiyên aborî û bazirganî û pêşxistina hevkariyên ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de di warên curbicur de axivîne.
Herwiha hat diyarkirin ku li ser hevkariyên di warê ewlehî û nehiştina komên terorîstî yên ku metirsiyê li ser ewlehiya Iraqê û aramiya navçeyê dikin hatiye rawestîn.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de gotiye: “Iraq ji bo bidawîkirina paşmayiyên terorê, piştevaniya aramiya navçeyî û xweşkirina rê li ber geşepêdana domdar ji bo gelên navçeyê hewlên herî zêde dide.”
Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney jî gotiye, “Tirkiye jî piştgiriyê dide xebatên têkoşîna Iraqê yên li dijî terorê.”
Alî Riza Guney li ser hesabê xwe yê Twtitterê derbarê civînê de diyar kir: "Aramiya Iraqê ji bo aramiya herêmê şertê sereke ye. Me bi Serokwezîr Mustafa Kazimî re li ser mijarên dualî û herêmî gotûbêj kir. Me tekezî li ser biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî her curê terorê kir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin