Balyozê Brîtanyayê: Em pistevaniyê li lêkolînên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin

16 sibat 2021 17:45
Balyozê Brîtanyayê: Em pistevaniyê li lêkolînên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin

PeyamaKurd – Êrîşa moşekî ya şeva borî li ser Hewlêr û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, ji aliyê Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey hat şermezarkirin.

Hewlêra Paytext û binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî, şeva borî rastî êrîşeke moşekî hat û di encamê de kesekî ku bi girêbest li gel hêzên Hevpeymanan kar dikir hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan leşkerekî Amerîkî bû.

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir: “Hevxemiya ligel malbata kesê ku di êrîşê de hatiye kuştin nîşan didim.”

Herwiha Balyozê Brîtanî da zanîn: “Em piştevaniyê li lêkolînên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin û divê ewên di ber êrîşê de berpirsyar in, werin cezakirin.”

Balyozê Brîtanyayê destnîşan dike, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne, ji ber wê ev êrîş dibin sedema tirsandina xelkê, nearamiya Iraqê û lawazkirina şerê li dijî DAIŞê.