Ji ber protestoyên Îranê balyozê Brîtanyayê hat binçavkirin

12 rêbendan 2020 13:58
Ji ber protestoyên Îranê balyozê Brîtanyayê hat binçavkirin

PeyamaKurd – Di protestoyên paytexta Îran, Tehranê de ku dema merasîma cenazeyên kesên di balafiran bi moşeka Îranê hatibû xistin de dihatin birêkirin dest pê kirin û veguherî diruşmên dijî rejîma Îranê de, alozî derketin.

Hat ragihandin ku ji ber protestoyên doh yên dema merasîma bîranîna 176 kesên di balafira rêwiyan de hatine kuştin, balyozê Brîtanya yê Tehranê Rob Macaire jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin.

Ajansa Tesnim a Îranê binçavkirin piştrast kir û ji aliyê Wezareta Derve ya Brîtanya ve jî li ser binçavkirinê daxuyanî hat belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku binçavkirina Rob Macaraire binpêkirineke zelal a hiqûqa navdewletî ye.

Îranê bi îdiaya ku beşdarî çalakiya bîranîna rêwiyên balafirê bûye û ew çalakiyên dijî rejîma Îranê organîze kirine ew binçav kiribû û piştre berdabû.