Mistefa Kazimî bi balyozên nû yên Tirkiye û Rûsyayê re civiya
PeyamaKurd – Balyozên nû yên Tirkiye û Rûsyayê li Iraqê, bi helkefta destbikarbûna wan, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hatin pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bi helkefta destbikarbûna wan do roja Pêncşemê, pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyê Eli Riza Guney û Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Elbrus Kontrachev kir.
Kazimî di wê helkeftê de qala hevahengiya hevbeş ya di navbera her du welatan de û amaje bi girîngiya pêwendiyên du alî yên di navbera her du welatan li ser bingeha rêzgirtina hevpar ya serweriyê kir ku asayîş û aramiya her du welatan bihêz bike.
Herwiha Mistefa Kazimî pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsya Elbrus Kontrachev jî kir û ligel wî jî qala pêwendiyên du alî yên di navbera her du welatan de kir û amaje bi geşepêdanên di berjewendiya her du aliyan de da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin