Misirê nehist frokeya bi wêneyê Jîna Emînî dakeve axa wê

28 berfanbar 2023 21:15
Misirê nehist frokeya bi wêneyê Jîna Emînî dakeve axa wê

Peyama Kurd - Derhênerê Îtalyan-Arjantînî Enrique Piñeyro ragihand ku hikûmeta Misirê nehiştiye frokeya ku wêneyê jina Kurd Jîna Emîniyê li serê bû dakeve frokexaneya Misirê.

Derhêner Piñeyro ku berê pîlotîya frokeyan jî kirîye bi frokeya xwe ya taybet alîkariyên mirovî digihîne deverên cuda yên cîhanê.

Piñeyro vê carê xwest bi rêya Misirê alîkariyan bigihîne Xezeyê lê Hikûmeta Misirê bi sedema “Ji bo tu destûra daketina frokeyê werbigirî, divê tu wan wêneyên li ser frokeyê jê bikî.” nehiştîye ku froke dakeve axa Misirê.

Li ser frokeya Enrique Piñeyro wêneyên keça Kurd Jîna Emînî ku ji alî polêsên rejîma Îranê ve hatibû kuştin û futbolîstê Îranî Emîn Nasir Azadaniyê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn û nivîsa “Nabe jin ji bêçar bêne hiştin ku serê xwe binixûmînin û nabe ku mêr ji ber nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê bên bidarvekirin.”

Enrique Piñeyro piştî vî şertê Misirê bi rêya hesabê xwe yê Xê vîdeoyek parve kir ku tê de xuya dibe wêneyê Jîna Emîniyê jê dibin.

Jîna Emînî, di 16ê Îlona 2022yan de li Tehranê di bin çavdêriya polêsan de bi lêdana polêsan canê xwe ji dest dabû.

Polêsên rejîma Îranê, bi hinceta ku “porê xwe li gorî rêzikên Îslama rejîmê nenixûmandiye” ew desteser kirin û Jîna rastî şkenceyê hat.

Piştî ku Jîna canê xwe ji dest da li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên mezin ên protestoyî dest pê kirin.

Hêzên rejîma Îranê jî bi şêwazeke tûnd û dijwar êrişî xwepêşanderan kir.

Di wan çalakîyên wê demê de herî kêm 500 kes hatin kuştin, bi hezaran kes jî hatin girtin.

Herwiha 4 xwepêşander jî hatin darvekirin ku yek ji wan futbolîst Emîn Nasir Azadanî bû.