Berdevkê Tevgera Vejîna Kurdistanê Ferîd Azad bi hepsa malê hate cezakirin
Berdevkê Tevgera Vejina Kurdistanê Ferîd Azad, ji ber hesabên xwe yên medyaya civakî, di encama darizandina xwe de bi hepsa malê hate cezakirin.
RûpelNews - Ferîd Azad îro sibê li mala xwe ya li Amedê ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hat binçavkirin.
Di parvekirinek ji hesabê X ê Tevgera Vejina Kurdistanê de hat gotin ku berdevkê tevgerê Ferîd Azad, ji ber darizandina xwe cezayê girtina malê lê hat birîn.
Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku Ferîd Azad û hevalên wî dixwestin li ber dadgehê vîdyoyekê bikişînin da ku raya giştî agahdar bikin dema ku ji dadgehê derdiketin, lê polîsan destûr nedan û ew hatin lêdan û binçavkirin.
Di parvekirinê de ev daxuyanî hebûn:
“Agahdarî
Hevalê me Ferîd Azad di encama mehkemeyê de cezayê girtina li malê danê!
Dema ku ji dadgehê digel sê hevalên me yên din derketin li derê dadgehê dê vîdeo bigirtaban ji bo agahdarîyê lê polêsan nehiştine û êrîşê hevalên me kirine û wan darb kirine birine qereqolê carek din jî!
Niha her çar hevalên me li qereqolê ne ji bo îfadeyê!”
