Milîsên koma Ehrar El-Serqiye li Girê Spî 3 jin revandin

08 rêbendan 2021 16:30
Milîsên koma Ehrar El-Serqiye li Girê Spî 3 jin revandin

PeyamaKurd – Binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Milîsên koma çekdar Ehrar EL-Şerqiye, 3 jin ji Girê Spî revandin.

Li gor çavkaniyên xwecî diyar dikin, di roja 7ê vê mehê de li Girê Spî, çekdarên koma Ehrar EL-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê, 3 jin revandin.

Herwiha hat zanîn, komên çekdar ji bo azadkirina wan daxwaza fîdyê ji malbatên wan dikin.