'Mazlum Ebdî postê Cîgirê Serokkomarî yê Sûriyê red kir'

18 nîsan 2026 13:27

Li gor raporteke ku di malpera Al-Monitor de hatiye belavkirin di hevdîtina li Şamê de pêşniyarek ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, hatiye kirin ku bibe Cîgirê Serokkomarê Sûriyê, lê Ebdî ev pêşniyar red kir.

'Mazlum Ebdî postê Cîgirê Serokkomarî yê Sûriyê red kir'

RûpelNews - Li gorî raporê, Serokkomarê Sûriyê Ehmed el-Şera roja Pêncşemê di civînekê de bi şandeyeke kurdî ya astbilind re, ev pêşniyar nû kiriye. Di heman demê de, hat ragihandin ku Îlham Ehmed, Berpirsa Karên Derve ya Rêveberiya Xweser, pêşniyara postê şêwirmenda Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed el-Şeybanî red kiriye.
Di civîna ku wekî "erênî" hat binavkirin de, Wezîrê Derve Es’ed el-Şeybanî, Nûnerê Serokkomar ji bo Dosyaya Kurdî Ziyad el-Ayîş û Îlham Ehmed amade bûn. Di danûstandinan de behsa proseya yekkirina saziyên sivîl û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser di nav strukturên dewleta navendî de hat kirin.

Guhertinên meydanî û bilezbûna proseya "Yekbûnê"

Ev liv û tevgera dîplomatîk di demekê de tê ku guhertinên leşkerî yên girîng li herêmê diqewimin, bi taybetî vekişîna hêzên Amerîkî ji baregeha xwe ya dawî li devera "Qasirkê" li Rojavayê. Şam vê yekê wekî derfetekê dibîne ji bo vegerandina serweriya dewletê li ser herêmên li derveyî kontrola wê.
Raporê destnîşan kir ku nêzîkbûna her du aliyan di pratîkê de hin gavan bi xwe re tîne ku ev gav wiha hatin destnîşankirin:


•    Vebûna rêyên sereke û vegera koçberan bo herêmên wekî Efrîn û Serê Kaniyê
•    Berdewamiya pevguhertina girtiyan di navbera her du aliyan de
•    Beşdarbûna hin kesayetên kurd di saziyên îdarî û leşkerî yên dewletê de
•    Lihevkirinên darayî yên derbarê mûçeyên karmendan û para ji dahata neftê


Dosyayên aloz û hevsengiyeke hesas

Tevî van gavan, hîn gelek mijarên girîng nehatine çareserkirin. Yek ji wan mijarên sereke şêwaza temsîliyeta siyasî ya kurdan di destûra nû de, paşeroja şervanên jin di nav hêzên leşkerî de, û dosyaya girtiyan.
Li gorî "Al-Monitor", her du alî hewl didin hevsengiyeke hesas di navbera daxwaza Şamê ya ji bo "Navendîbûnê" û daxwaza aliyê kurdî ya ji bo "Nenavendîbûnê" ava bikin, da ku welat piştî salên dirêj ên dabeşbûnê ji nû ve bibe yek.