Wezîrê Derve yê Fransayê bi Mazlum Ebdî re hevdîtin kir
04 rêbendan 2025 13:14
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrotê ku ji bo hin hevdîtinan pêk bîne li Sûriyeyê bû, bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî re bi telefonê axiviye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê di nûçeya AFPyê de, Barrot û Ebdî bi taybet li ser pêşeroja kurdan û avakirina Sûriyeyê hevdîtineke berfireh pêk anîne. Hat diyarkirin ku ev hevdîtin beşeke girîng a serdana Barrot a Sûriyeyê bûye.
Barrot di daxuyaniya xwe ya li Şamê ya piştî hevdîtinê de got, “Divê bi kurdan re ku hevalbendên Fransayê ne çareseriyeke siyasî bê kirin, da ku kurd bi temamî tevlî vê pêvajoya siyasî ya ku ji îro pê ve dest pê dike de bibin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê karên derve yê Fransayê bi Mazlum Abdî re axifî
03 rbn 2025
Jiyan
Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê li Samê daxuyaniya ewil da
03 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin