Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê li Samê daxuyaniya ewil da

03 rêbendan 2025 16:03
Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê li Samê daxuyaniya ewil da

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîra Karûbarên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro bi awayekî ji nişka ve serdana Şamê paytexta Sûriyeyê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot li Balyozxaneya Fransayê ya li Şamê ji rojnamevanan re axivî û got, “Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî pêşerojeke serwer, biîstiqrar û aştiyane.”

Wezîrê Fransî her wiha bal kişand ser wê yekê ku rewş nazik e.

Barrot got, “Fransa û Almanya bi hev re bi hemû cureyên xwe li cem gelê Sûriyeyê ne. Fransa û Almanya dixwazin destekê bidin veguherîneke aştiyane.”