Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yılmaz li Amedê peyamên geşepêdanê da
Di komxebata ku li Amedê hat lidarxistin de, vîzyona pêşketina herêmê ya bi giranî li ser çandinî û pîşesaziyê hate nîqaşkirin; veberhênanên avdanê û xurtkirina binesaziya hilberînê di nav mijarên sereke de bûn.
RûpelNews - Li Amedê bi beşdariya Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, komxebatek bi navê "Komxeabta li ser Vîzyona Pêşketina Giringîdayîna Çandinî, Xurek û Pîşesaziyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê" hate lidarxistin.
Beşdariyeke berfireh çêbû
Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Parêzgerê Amedê Murat Zorluoglu, Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê û Serokê Lijneya Rêveber a TARPOLê Mehdî Eker, Parlamenterên AK Partiyê yên Amedê Mehmet Gaîip Ensarîoğglu, Suna Kepolu Ataman, Mehmet Saît Yaz, Cîgirên Wezîran Oruç Baba Înan, Ahmet Gumen, Mahmut Gurcan û Abdullah Erdem Cantîmur, her wiha nûnerên ji kertên çandiniyê, beşdarî komxeabtê bûn.
Di komxebatê de, ku li otêlekê hat lidarxistin, stratejî ji bo zêdekirina hêza hilberîna çandiniyê ya herêmê, ewlehiya xwarinê, veberhênanên avdanê, binesaziya pîşesaziyê û qebareya bazirganiyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha di civînê de hat destnîşankirin ku dê encamên ku ji komxebatê derdikevin, di raporekê de bên berhevkirin û pêşkêşî saziyên têkildar bên kirin.
Hêza hilberînê ya herêmê di rojeva de ye
Di komxebatê de hat ragihandin ku herêm, ji ber zeviyên xwe yên çandiniyê, çavkaniyên mêrgê, kapasîteya sewalan û hejmara ciwanan, di warê armancên hilberînê yên Tirkiyeyê de xwedî cihekî stratejîk e. Derbarê pêwîstiya bikaranîna hêza herêmê bi awayekî bibandortir di warên çandinî, xwarin û pîşesaziyê de nirxandin hatin kirin.
"Ewlehiya xwarinê pêşîneyeke stratejîk e"
Di dema nîqaşan de, hate tekezkirin ku geşedanên cîhanî ewlehiya dabînkirina xwarinê kirine mijareke hê krîtîktir. Hate destnîşankirin ku divê ewlehiya xwarinê ne tenê wekî mijareke çandiniyê, lê belê wekî mijareke xwedî aliyên stratejîk û ewlehiyê were nirxandin.
Hate ragihandin ku veberhênanên di warê avdanî, pêşxistina gundan û xurtkirina binesaziya hilberînê de ji bo pêşketina herêmî xwedî girîngiyeke mezin in.
Yilmaz: Pêşketin pêvajoyeke giştgîr e
Cîgirê Serokomar, Cevdet Yilmaz diyar kir ku pêşketina herêmî ne tenê bi zêdekirina hilberînê sînordar e, û tekez kir ku divê binesazî, veguhastin, kar, berhemdarî û reqabet bi awayekî hevpar bên çareserkirin.
Yilmaz destnîşan kir ku veberhênanên avdanê ne tenê ji bo zêdekirina berhemdariya çandiniyê, lê her weha ji bo kêmkirina koçberiyê, dabînkirina madeyên xav ji bo pîşesaziyê û geşkirina dewlemendiyê girîng in. Wî tekez kir ku herêm ne tenê ji bo çandiniyê, lê her weha ji bo pîşesazî, lojîstîk û bazirganiya derve bûye navendeke pêşveçûyî.
Projeyên çandinî û avdaniyê yên Amedê hatin ronîkirin
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu bal kişand ser potansiyela çandinî û ajalan a Amedê, û diyar kir ku ev potansiyel ji ber pirsgirêkên di rabirdûyê de rû dane, bi temamî nehatiye bikaranîn.
Ensarîoglu, amaje bi projeyên Kral Kizi-Dîcle û Farqîn ên di çarçoveya GAPê de kir û destnîşan kir ku bi çavkaniyên ku ji bo veberhênanên avdanê hatine terxankirin, pêvajoyê lez girtiye. Ensarîoglu, ku diyar kir îsal nêzîkî 25 milyar lîre ji bo projeyên sereke yên avdanê li Amedê hatiye terxankirin, got ku armanc ew e ku piştî temamkirina projeyan nêzîkî 4 milyon donim zevî were avdan kirin.
"Yekkirina avdanî û pîşesaziyê girîng e"
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina yekbûna di navbera veberhênanên avdaniyê û binesaziya pîşesaziyê de hat kirin. Mijarên sereke pêşxistina herêmên pîşesazî yên birêxistinkirî, veguherandina hilberînê bo nirxê zêdekirî, û zêdekirina kapasîteya lojîstîkê bûn.
Parêzgerê Amed Zorluoglu: Amed navendeke mezin a çandiniyê ye
Parêzgerê Amedê Murat Zorluoglu diyar kir ku bajar, bi saya zeviyên xwe yên çandiniyê yên berfireh û kapasîteya hilberînê, yek ji navendên çandiniyê yên sereke yên Tirkiyeyê ye. Wî destnîşan kir ku bi temamkirina projeyên avdanê re, herêm dê di warê çandinî û ajaldariyê de bigihîje asteke bilindtir.
Dê rapor pêşkêşî rayedaran were kirin
Hat ragihandin ku daneyên ku di komxebatê de hatine berhevkirin dê di raporê de werin nivîsandin û ji saziyên têkildar re werin pêşkêşkirin. Armanca raporê ew e ku ji bo nirxandina bi bandortir a potansiyela herêmê di warên çandinî, xwarin û pîşesaziyê de nexşerêyekê çêbike, û piştgiriyê bide qadên veberhênanê yên nû.
