Mezlûm Ebdî pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir

08 gulan 2020 13:04
Mezlûm Ebdî pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî  pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Iraqê kir û hêvî xwest ku di demek nêzîk de tevahiya kabîneya xwe pêk bîne.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD Mazlûm Ebdî (Kobanî) li ser hesabê xwe ya Twitterê, derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê peyamek weşand û got:

 “Em pîrozbahiyê li birêz Mistefa Kazimî dikin ji ber wergertina baweriyê bi kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê. Em hêvîdar in di zûtirîn deme de tevahiya kabîneyê pêk were, bo ku bibe hikûmeteke çareser û mil bi mile hemû pêkhateyan û gelê Iraqê ber bi aramiyê ve bibe.”

General Mezlûm Ebdî di wê peyama xwe de dibêje, “Em çaverêyî zêdekirina asta hemahengiyê dikin bo zaminkirina şikesta mezin a bi ser terorîstan û vegerandina seqamgiriyê bo niştimanên me.”

Peyama Mezlûm Kobanî di demekê de ye ku şeva derbasbûyî, parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan bawerî bi kabîneya Mistefa Kazimî da lê beşek ji wezaretan heta niha yekalî nebûne.