Mezlûm Ebdî ji bo ‘serkeftina dîrokî’ pîrozbahî li Joe Biden kir

08 mijdar 2020 17:14
Mezlûm Ebdî ji bo ‘serkeftina dîrokî’ pîrozbahî li Joe Biden kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser serkeftina hilbijartinên seroktiyê pîrozbahî li ser serokê hilbijartî yê nû li Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye de wiha got:

“Ji ber serkeftina dîrokî ji dil pîrozbahiyê li Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim. Em li bendê ne ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna dijî DAIŞê û avakirina dahatuyeke baştir bo gelê Sûriyê, hevkariya xwe ya nêzîk berdewam bikin.”