Erdogan pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pîroz kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pîroz kiriye.
Erdogan di peyama xwe ya pîrozbahiyê de hêvî xwestiye ku erka nû ya Mistefa Kazimî di berjewendiya herêmê û gelê Iraqê de be.
Hêjayî gotinê ye ku Parlamentoya Iraqê roja 7ê Gulanê bi piraniya dengan bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî. Di civîna parlamentoyê de, 15 wezîran ji koma 23 wezaretan bawerî ji parlamentoyê wergirtin, 5 wezîr hatin redkirin û cihê 3 wezîran jî betal maye û hêj ti kandîdek bo wan nehatiye destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin