Mistefa Kazimî Erdogan vexwend Iraqê

08 tebax 2021 15:55
Mistefa Kazimî Erdogan vexwend Iraqê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi fermî vexwendiye Iraqê.

Wezareta Derve ya Iraqê li ser hevdîtina doh 8ê Tebaxê ya Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên daxuyaniyek belav kir û tê ragihand, Fuad Hûsên daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ya hatina Recep Tayyip Erdogan ji bo Iraqê aniye ziman û gihandiye Recep Tayyip Erdogan.

Mistefa Kazimî daxwaz ji Erdogan kiriye, beşdarî kongreya lutkeya welatên cîranên Iraqê bibe û ku biryare di dawiya meha Tebaxê de birêve biçe.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi nameyekê Mîrê Kweytê Mîr Newaf Ehmed Subah ji bo kongreya lutkeya welatên cîranên Iraqê bi fermî vexwendibû.