Mesrûr Barzanî: Hêceta Îranê ya me "pêgeheke Îsraîlê kir armanc" ne rast e
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di paneleke Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê li Dubay de li ser êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê axivî û diyar kir, tu hêcetek ji wê êrîşê re tune bû, aliyê êrîş kiriye jî ji bo hêcetekê bigire got, me pêgeheke Îsraîlê kir armanc, ev jî ne rast e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de da zanîn: “Ev êrîşa di vê dawiyê de hatiye kirin, dixwazin di qada navdewletî de bikin hêcetek, ji ber wê me daxwaz kir ku lêkolîneke navdewletî bê kirin. Me daxwaz ji Hikûmeta Federal û Parlamentoya Iraqê û me daxwaz ji Îraniyan jî kir ew bi xwe bên û bibînin ku ew gotegotên hatine gotin, rast in yan na. Bi piştrastî tu bingehek jê re nîne û em dizanin ku ev tenê fişarek e li ser me.”
Herwiha di derbarê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman a ji bo avakirina hikûmeteke nû hatiye pêkanîn de, Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em li pêşerojê dinêrin û em dixwazin hikûmetekê ji yên berê cuda li Bexdayê ava bikin. Pêkanîna hikûmeta nû wek ew dixwazin nebû, ji ber ew fişarên siyasî li ser endamên wê hevpeymaniyê dikin ta ku vekişin û ew bandora xwe li ser Iraqê zêdetir bikin, ji ber wê guman heye ku yek ji sedemên wê êrîşê jî hiyariya me ye.”
Di berdewamiyê de got: “Em yek ji navendên dabînkirina enerjiyê ne, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, lê belê ji bo tevahiya Ewropa û cîhanê. Em zêdetir petrolê peyda dikin û hewla pêşxistina wê didin û ev yek ne di berjewendiya Îraniyan de ye û dibe ev jî sedemeke din a êrîşê be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin