Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiveke tund da Îranê: Ev gefeke rasterast e

17 tebax 2026 12:09

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li hemberî êrîşên dronên Îranê yên li ser ofîsa xwe ya taybet û cihê mayînê yê Serokê Ajansa Parastinê li navçeya Pirmam a Hewlêrê, bi tundî bertek nîşan da. Barzanî diyar kir ku êrîş "gefeke rasterast" li ser ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiveke tund da Îranê: Ev gefeke rasterast e

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku lêkolîneke Yekîneya Têkoşîna li Dijeterorê ya Kurdistanê destnîşan kiriye ku êrîş ji aliyê dronên Îranê ve hatine kirin.

Barzanî êrîş wekî "bêperwa û nepejirandî" bi nav kir û got, "Ev êreşeke xeternak e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê."

Du dronên bombebar hatin bikaranîn

Yekîneya Dijterorê ya Kurdistanê ragihand ku êrîş di 17ê Tebaxê de saet di 00.28an de ji aliyê du dronên bombebar ên ji cureyê Hadid-110 ve, ku ji sînorê Îranê hatibûn avêtin, pêk hatiye.

Hat ragihandin ku dronan Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê ya Berpirsê Ajansa Parastinê û li Pirmamê kirine armanc, û di êrîşê de tu ziyanên canî çênebûne.

"Em ê di pêkanîna erkên xwe de berdewam bin"

Serokwezîr Barzanî tekez kir ku êrîş dê wan ji pêkanîna erkên wan û parastina welatiyan veneqetînin.

Barzanî got, "Ev êrîş dê me ji pêkanîna erkên me û parastina welatiyên me veneqetînin."