Mesrûr Barzanî pêswaziya konsulê nû yê Îranê kir

04 sibat 2025 16:10
Mesrûr Barzanî pêswaziya konsulê nû yê Îranê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê Feramerz Esedî kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî lê kir ji ber ku wekî konsulê giştî dest bi karê xwe yê nû kiriye û hêvî kir ku serkeftî be. 

Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir.