Mesrûr Barzanî bo Nêçîrvan Barzanî peyamek wesand...
PeyamaKurd – Namzetê Serokwezîriya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema sondxwarina destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozkirinê belav kir û piştgiriya xwe diyar kir.
Mesrûr Barzanî got, “Hêvîdarim ev erkê pîroz bi baştirîn şêwe birêve bibî û di bin rêberatiya Serok Barzanî de bikarin bi hev re Kurdistaneke bihêz û binecî ava bikin.”
Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya destbikabûna serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahîyeka gerim li birayê xwe yê rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî dikim û hêvîdarim ev erekê pîroz bi baştirîn şêwe birêvey bibe û li jêr raberînîya serok Barzanî bikarîn bi hev re Kurdistaneka bi hêz ava bikîn û di xizmeta berjewendîyên bilind ên gel û welat şîyanên xwe yekbixiîn û ber bi pêşve pêngavan bi havêjîn.
Hêvîya min serkevtina we ye û tim di piştîvanî û hevkarîyê berdewam dibîn.
Mesrûr Barzanî
10/6/2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin