Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li Dubayî besdarî COP28ê dibin
PeyamaKurd- Konferansa COP28 a li ser guherîna keşûhewayê îro li Dubayî yê dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî bi vexwendina fermî tê de beşdar dikin.
Diyardeya guherîna keşhewayê qeyranek cîhanî ye ku sînorên navdewletî derbas dike. Li gorî şarezayan, pêwîstiya wê bi hevkariya navdewletî û hewlên yekgirtî yên hemîyan heye.
COP28 îro di 30ê Mijdara 2023an de, di bin çavdêriya Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li Îmaratê dest pê dike. Rûniştina yekem a COP di Adara 1995 de li Berlînê, Almanya hatibû kirin.
Di konferansê de, bi dehan welat dê li ser çawaniya rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, kêmkirina gazên jehrawî û sînordarkirina germahiya global gotûbêjan bikin da ku bigihên peymaneke bi heman armanc.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin