Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo wefata Mehdî Zana peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, ji bo siyasetmedarê kurd û şaredarê berê yê Amedê, Mehdî Zana, ku di 85 saliya xwe de koça dawî kir, peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di peyama xwe de, Mesrûr Barzanî sersaxî û rêzên xwe ji malbata Mehdî Zana re û bi taybetî ji hevjîna wî, Leyla Zana re, ragihand.
Barzanî destnîşan kir ku Mehdî Zana yek ji çalakvanên kurd ên navdar bû ku gelek salên jiyana xwe ji bo têkoşîna kurdan terxan kiribû.
Mesrûr Barzanî peyama xwe bi hêviya ku ruhê Zana bi rehetî razê û cihê wî yê dawî bibe bihuşt, bi dawî kir.
Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim. Rêz û hurmet ji bo malbata wan ya birêz bi taybet ji bo xoşka hêja Leyla Zana. Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû, ku jiyanek dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) August 29, 2026
Ruhê wî şad û cîhê wî…
