Mesrûr Barzanî bi Generalê Amerîkî re civiya: Mafên Kurdên Rojava…
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Fermandarê Operasyonên Taybet ên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê General Patrick Roberson û şanda pê re hevdîtinek pêk anî.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, geşedanên dawî yên navçê û bi giştî qonaxên şerê teroristan hat axaftin.
Herwiha girêdayî pêşhatên rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê, Mesrûr Barzanî da xuyakirin, “Pêwîst e hêz û aliyên siyasî yên Rojava bigihin rêkeftin û hevtêgihîştina hevbeş li ser tevahiya pirsan ji bo di guhertinan de mafên gelê Kurd bêne bicihkirin.”
Di hevdîtinê de li ser tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan, Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin guftûgokirin û mekanîzmeya rêgirtina li xurtbûna grûbên terorist li navçeyê hat axaftin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin