Mesrûr Barzanî bi generalê Amerîkî re civiya: DAIS zindî dibe!

31 tîrmeh 2019 19:18
Mesrûr Barzanî bi generalê Amerîkî re civiya: DAIS zindî dibe!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya şanda serbazî ya Amerîkayê bi serokatiya general Grigori Crowder kir.

Di hevdîtinê de behsa ji nû ve zindîbûna DAIŞê li herêmê hat kirin û Serokwezîr Barzanî ji şanda Amerîkî re destnîşan kir ku ji ber liv û tevgera wan DAIŞ hîn jî gef e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de ragihand, behsa rewşa ewlehiya deverên Iraqê hat kirin û hat diyarkirin ku divê mekanîzma hevbeş ya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê zûtir aktîf bibe.

Şanda Amerîkî li ser mijara reforman li nav hêzên Pêşmerge de got, ew ê di vî warî de alîkar bin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa şerê DAIŞê kir û da xuyakirin, ji ber alozbûna hinek deverên Iraqê, tîmên veşartî yên DAIŞê dîsa dest bi livînê kirine, ji ber wê jî DAIŞ hîn li ser ewlehiya deverê tehdîd e.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku ji bo teror nemîne divê sebebên wê yekê bên tinekirin û ew jî bi rêya dabînkirina wekhevî, dadperwerî û hevqebûlkirinê çêdibe.