Mesrûr Barzanî bi berpirsê UNITADê re civiya: Divê berpirsên DAISê bên dadgehkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Adarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî û Berpirsê Tîma Navdewletî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) Christian Ritcher kir.
Serokê tîma UNITED ku dawî li erka wê tê, spasî û pêzanîna xwe û tîma xwe ji bo hevahengî û hevkariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel tîma UNITED di serkeftina karê tîma komkirin, arşîvkirin û dîjîtalkirina belgeyên tawanên terorîstên DAIŞê de, nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, girîngiya parastina mafên qurbaniyên destê terorîstên DAIŞê û qerebûkirina wan û berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bo dadgehkirina tawankarên DAIŞê anî ziman.
Serokwezîr Barzanî tekez kir ku divê berpirsên DAIŞê ji ber tawanên xwe ku tawanên jenosîd, tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê ne, bên dadgehkirin. Ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevkarîya civaka bi navdewletî re berdewam be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin